HEWLÊR (AA) - Hat ragihandin Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî û Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Mihemed Salih Gabban li Hewlêrê hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya serokatiyê hat weşandin, Wezîr Gaban û lijneya gel wî, ji bo ku mijarên wek hevkariya ewlehiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de binirxînin, li ser şert û mercên jiyana penaberan rawestin û li ser rewşa Iraqê biaxifin, hatin bal hev.
Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî û Serokê Dîwanê Fûat Huseyîn beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de biryar dan ku diyaloga ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kiribû, dewam bike.
Di daxuyaniyê de cih dan axaftina Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Mihemed Salih Gabban jî. Gaban got ku ew giringiyê didin serkeftina pêşmergeyan a li hemberî DÎŞIyê bi dest xistin. Gabban ji bo ku HKIyê alîkarî da penaberan, sipasiyên xwe pêşkêşî HKIyê kir.