Abdullah Tel
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauretê diyar kir ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da li ser mijara Menbicê hevdîtin dewam dikin.
Nauerta Berdevka Wezaretê di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser pirsekê, di mijara Menbicê da daxuyanî da.
Berdevkê bibîrxist ku hefteya borî Koma Xebatê ya Tirkiye û Amerîkayê li Enqereyê hatin bal hev û di 4ê hezîranê da jî Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wê li Washingtonê bên bal hev.
Di berdewamiya axaftina xwe da Nauretê got: "Niha peymaneke ku bi Tirkiyeyê ra li serê lihevkirin pêk hatibe tuneye. Sûriye jî tê da em li ser mijarên ku fikarên me hene da (Tirkiyeyê ra) hevdîtinên xwe didomînin."