Fatih Gazioğlu
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got eger ji Amerîkayê pêşniyazek bê ew dikarin têkiliyên xwe yên bi wan re normalîze bikin.
Lavrov li Forûma Navneteweyî ya Xwendina Prîmakovê axivî û der barê mijarên rojevê da hin nirxandin kirin.
Lavrov got ku ew bona normalîzekirina têkiliyên wan û Amerîkayê amade ne û wiha axivî:
"Em naxwazin an bi Amerîkayê an jî bi dewletekê din re têkiliyên neyînî daynin û bidomînin. Car caran ji Trumpê Serokê Amerîkayê û Washîngtonê bona normalîzebûnê sînyalan didin. Em amade ne lê divê ji wan ji me re pêşnizek bê."