Önder Beyter
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
KERKÛK
Milîtanên rêxistina terorê DEAŞê li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi ser 2 gundan da girt û sivîlek kuşt, sivîlek jî giran birîndar kir.
Midûrê Polêsê Kerkûkê Elî Kemal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku unsurên DEAŞê li başûrê Kerkûkê cilûbergên polîsan li xwe kirine û bi ser gundê Emşa da girtine û paşê jî du sivîl revandine.
Kemal got ku ji herdu sivîlên revandî jê yek hatiye kuştin, yê din jî hatiye berdan.
Kemal herwiha diyar kir ku rêxistinê li başûrê Kerkûkê bi heman şêweyî bi ser gundê Murata da jî girtiye û wiha dewam kir, "DEAŞê xwestiye mixtarê gund birevîne, lêbelê xelkê gund li ber xwe daye û li ser vê yekê pevçûn derketiye."
Midûrê Polêsan Kemal destnîşan kir ku di pevçûnê da kurê mixtarê ku dixwestin wî birevînin, giran birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
- Mixtarên gundan ku di hedefa DEAŞê da ne
DEAŞê bi hinceta ku nûnerên dewletê ne, meha çûyî bi ser çendîn gundên Kerkûkê da girtibûn û mixtarên 3 gundan kuştibûn.
DEAŞ bi taybetî jî li milê başûrê Kerkûkê çalakiyên xwe yên terorê roj bi roj zêdetir dike. Milîtanên rêxistina terorê DEAŞê ligel sivîl û hêzên ewlekriyê, êrîşî çavkaniyên vejenê jî dikin.
Rêverberiya Iraqê berfanbara derbasbûyî ragihand ku li Iraqê hebûna eskerî ya rêxistina terorê DEAŞê nema. Lêbelê ligel vê yekê nexasim li çol û çoltera parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û Diyalayê terorîst car caran êrîşan dikin.