Türkan Tosun
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ANKARA
Hejmara kesên di şewata Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 76an.
Cory Honeayê Şerîfê Herêma Butteyê di civîna çapemeniyê da diyar kir li bakurê Calîfornîayê di şewata li cihê kampekî da cesedê 2 kesan hat dîtin û bi wan va tevahî 76 kes di şewata Calîfornîayê da mirin.
Honea desnîşan kir ji hezar û 300î zêdetir kesî hê tu xeber tune.
Serokê Amerîkayê Donald Trump çû Calîfornîayê û cihên ku ji ber şewatê zirar dîtine geriya.
Di şewata ku li bakurê Calîfornîayê derket û 570 kîlomêtroqere erdî belav bû da ji 11 hezarî zêdetir avahî xirab bûn.
Rayedar dibêjin di şewata li başûrê eyaletê da jî kêmzêde 450 xaniyî zirar dît û bûn xirabe.
Di nav yên şewatê da zirar dîtine da kesên bi nav û deng jî hene.
Di şewatê da mala gelek kesên navdar ên wek Scott Baîo, Guîllermo del Toro, Kîm Kardashîan, Alyssa Mîlano û Raînn Wîlson jî şewitîn.