Fatih Gazioğlu
14 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2018
PARÎS
DEAŞa rêxistina terorê êrîşa li bazara Noelê ya li Strazburga bajarê Fransayê hatibû kirin, hilda stûyê xwe.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê da derketin, DEAŞê êrîşa li bajarê Strazburgê hat kirin hilda stûyê xwe.
Polîsê Fransayê duh Cherif Chekkatê 29 salî ku wekî failê êrîşa bazara Noelê ya li Strazburgê tê nirxandin kuştibû.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Chrîstophe Castaner duh daxuyanî dabû û gotibû êrîşkar beriya kuştinê gule berdana 3 polêsan.
Roja sêşemê li bajarê Strazburgê li meydana Place Kleberê li nêzîkî herêma bazara Noelê êrîşeke biçek hatibû lidarxistin.
Di êrîşê da 3 kes hatibûn kuştin û 13 kes jî birîndar bûbûn.