18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
MÛSIL
DEAŞa rêxistina terorê bi bombeyên ku li balafirên bêmirov (ÎHA) bar kirin êrîşên xwe yên ser hêzên pêşmergeyan ên li Iraqê berdewam dike.
Milîtanên DEAŞê bi ÎHAya ku ji gundê Basirgana li kontara "Çiyayê Zerdikê" ya li herêma Hazirê ya ku dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê bi firê xistin êrîşî hêzên pêşmergeyan kir. Bombeyên ku di ÎHAyê de bi cî kiribûn li ser pêşmergeyan hatin teqandin, di encama bûyerê de pêşmergeyekî ji Sûriyeyê birîndar bû.
Pêşmergeyên li herêmê ji nûçegihanê AAyê re axivîn û diyar kirin wisa di serî de bawer dikirin ku ÎHAyên ku DEAŞ bi firê dixe yên hêzên koalîsyonê ne.
DEAŞê hefteya borî li navçeya Mexmûra li başûrê Mûsilê bi ÎHAyan êrîşî pêşmergeyan kiribû û di êrîşê de 2 pêşmerge miribûn 2 eskerên Fransayê jî bi xedarî birîndar bibûn.
Wezareta Parastinê ya DYAyê eşkere kiribû ku ji bo têkoşîna dijî balafirên bêmirov ên ku rêxistina terorê tenê ji bo îstixbaratê bi kar tîne budçeyeke din veqetîne.