18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
PARÎS
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Marc Ayrault diyar kir ku welatî wî li Parîsê ji bo pêşeroja Mûsilê wê roja pêncşemiyê di asta wezîran da civîneke lidarbixe.
Ayrault di civîna ku bi nûçegihanên dîplomasiyê ra kir da got: "Piştî operasyona koalîsyona navneteweyî emê roja pêncşemiyê li Parîsê ji bo pêşeroja Mûsilê di asta wezîran da civîneke li dar bixin.
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Ayrault destnîşan kir ku ji DYA, Tirkiye, welatên YEyê û herêma Kendavê nêzî 20 welat wê beşdarî civînê bibin.
Ayrault got ku ew û Wezîrê Karên Derveyê Iraqê Îbrahîm Caferê wê serokatiya vê civînê bikin û wiha pê da çû: "Piştî rojên operasyona eskerî lazime ji bo amadekirina îstiqrara Mûsilê piştgirî bê dayîn."
Wezîr got ku ji bo civînê vexwendî neşandine pey Îranê û ji bilî vê jî wezîrên parastinê yên welatên ku piştgiriyê didin koalîsyona navneteweyî ya ji bo Mûsilê jî di 25ê cotmehê da wê li Parîsê bên bal hev.