NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Heyeta Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, li cihên ku hat îdiakirin çekên kîmyewî hatin bikaranîn lêkolîn kir. Heyet dê roja şemiyê ji Sûriyê here û delîlên ku kom kirin dê li laboratuwarên Ewropayê bên lêkolînkirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq, ji rojnemevanan re got ku heyet dê xebatên xwe sibê temam bikin û ji Sûriyê veqetin.
Haq, destnîşan kir ku encama lêkolînê dê pêşkeşî sekreterê giştî bên kirin.
Haq diyar kir ku Sekreterê Giştî Ban Kî-mûn serdana xwe ya Ewropayê di nîviyê de hêla ye û ber bi Newyorkê ve derketiye rê. Haq wiha got: "Roja şemiyê ez ê agahiyên di destê me de demildest ji wî re bêjim."