Ferizat Kaya
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
RAMALLAH
Fewzî el-Cûneydiyê 16 salî bi dîmenê xwe yê, ji aliyê gelek leşkerên Îsraîlê va hat binçavkirin û çavê wî hat girêdan, bû sembola berxwedana Filistînê. Dema binçavkirina Cûneydî li dadgeha leşkerî heta roja duşemê hat taloqkirin.
Piştî doza ku li Ofera girtîgeha leşkerî hat dîtin, apê Cûneydî Reşat el-Cûneydî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îro dozger îdianameya ku ji bo biraziyê wî amade kiribû da dadgehê.
Cûneydî ragihand ku biraziyê ji ber ku "kevir avetêye leşkeran" tê sûcdarkirin û dadgeh dozê heta roja duşemê taloq kir. Cûneydî got ku heta roja duşemê wê biraziyê wî di girtîgeha leşkerî de be.
Her wiha Cuneydî ragihand ku biraziyê wî sûcê di îdianameyê da cih digre red kir û got: "Biraziyê min îdiayên dozgeriyê red kir û ji dadgehê re got ku ji bo pêdiviyên malbata xwe derketiye derva û nişkave di nav bûyeran da maye. Ji bo ji nav bombeyên deng xelas bibe hewl daye lê leşkerên Îsraîlê ew derdest kiriye.
Cûneydiyê 16 salî roja duşemê wê dîsa derkeve hemberî dadgerê leşkerî.