Elif Orhan
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) di danezana Lûtkeya Derasayî ya piştî ku birêvebiriya Amerîkayê Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas kir li Stenbolê hat lidarxistin de Qudsa Rojhilat wekî paytextê Dewleta Filîstînê îlan kir. Welatên îslamê bangî hemû dewletan kirin ku Dewleta Filîstînê û Qudsa Rojhilat a dagirkirî wekî paytextê wê nas bikin.
Qral û serokên dewlet û hikûmetên THÎyê li ser daweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku geşedanên ku di encama daxuyaniya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya ku Qudsa Şerîf bi awayekî derehiqûqî wekî paytextê Îsraîla dagirker nas dike qewimîn û bandora vê biryarê ya ser umeta îslamê binirxînin di lûtkeya ku li Stenbolê hat kirin de hatin bal hev.
Di danezana lûtkeyê de hat gotin ku serok ji ber ku mazûvantiya lûtkeyê kir spasiyên xwe pêşkêşî Erdogan kir.
Di danezanê de piştevaniya bi Filîstînê re hat destnîşankirin û wiha hat gotin: "Em biryara Serokê Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê qaşo yê Îsraîlê nas dike bi tundî red û şermezar dikin; ji aliyê hiqûqê ve nederbasdar îlan dikin, vê daxuyaniyê wekî êrîşeke li ser mafên neteweyî, sirûştî, hiqûqî û dîrokî yê gelê Filîstînê, şehtkirina qesdî ya ser hemû teşebûsên aştiyê, wekî tehdîdeke ku dê radîkalîzm û terorîzmê zêde bike û ewlehî û aştiya navneteweyî hedef digire dibînin û bangî hemû dewletên endam dikin ku berî her tiştê girîngî bidin pirsgirêka Filîstînê, di têkiliyên xwe yên rojane û di rojevên xwe yên siyasî yên derve de yên bi aliyên din ên ji çar aliyê dinyayê re de vê bi cî bînin."
Di danezanê de ciyê Qudsê yê di dilê gelên misilman û xiristiyan de hat destnîşankirin û li ser bingeha çareseriya du dewletî hat teyîtkirin ku girêdana aştiya berfireh û adil yaku xwe dispêre Dewleta Filîstînê ya ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e û bangî civaka navneteweyî kirin ku ji bo çareseriyê dest bi hereketê bikin.
Di danezanê de hat gotin ku "Aştiyeke berfireh û adil tenê bi dawîlêanîna dagirkeriyê û bi damezrandina Dewleta Filîstînê ya ku Qudsa Şerîf paytextê wê ye û desthilatdariya wê tam e bê avakirin dê bê pêkanîn" û wiha hat gotin:
"Em birêvebiriya Amerîkayê ji hemû encamên ku dê ji ber (wek paytextê Îsraîlê îlankirina Qudsê) paş de gav neavêtina ji vê biryara dereqanûnî derdikevin holê berpirsyar digirin."
Di daxuyaniyê de her wiha ev hatin gotin:
"Em Qudsa Rojhilat wekî paytextê Dewleta Filîstînê îlan dikin û bangî hemû dewletan dikin ku bila Dewleta Filîstînê û Qudsa Rojhilat wekî paytextê wê ya dagirkirî nas bikin. Em teahûda xwe ya ji bo ku statuya dîrokî, çandî û msiyona wê û statuya hiqûqî ya bajarê Qudsê diparêze û bergiriyên ku ji bo dawîlêanîna dagirkeriya bêrehm a Îsraîlê û aliyên ku piştgirî didin van polîtîkayên mêtînger û nijadperest nîşan didin û di vê çarçoveyê de pêşdaraziya neheq û tam a Kongreya Amerîkayê ya di lehê polîtîqa û sepanên emperyal û nijadperest ên Îsraîla dagirker şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Em piştgirî didin hemû pêngavên siyasî û hiqûqî yên di asta neteweyî û navneteweyî de yên ku piştgirî didin parastina statuya dîrokî û qanûnî ya Qudsa Şerîf û em piştgirî didin hemû hewldanên Dewleta Filîstînê ya ji bo li Qudsa Şerîf û axên Filîstînê yên dagirkirî de xurtkirina desthilatdariya wê. Em bangî hemû dewletan dikin ku biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1980yan de û bi nimreya 478 tam tetbîq bikin û di vê çarçoveyê de bangî hemû dewletan dikin ku bila piştgirî nedin biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê qaşo yê Îsraîlê nas dike û bila Misyonên xwe yên Dîplomatîk nekêşin Qudsa Şerîf.
Em bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest berpirsyariyên xwe bi cî bîne, statuya qanûnî ya bajarê Qudsa Şerîf teyît bike, dawî li dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axên Dewleta Filîstînê bîne, pêk bîne ku gelê Filîstînê bikeve bin parastina navneteweyî, hemû biryarên ku der barê Doza Filîstînê de da tetbîq bike û van biryara bi cî bîne. Heke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dest bi herekatê neke em teyît dikin ku emê vê îxlala giran di çarçoveya "biryara Yekbûna ji bo Aştiyê" ya bi nimreya 377A a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bibin Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî."
Di danezanê de êrîşên Îsraîlê yên ser protestoyên aştixwaz hatin şermezarkirin û teahûda ji bo ku sebata gelê Filîstînê bê piştgirîkirin çavkaniyên madî bên pêkanîn hat teyîtkirin.