10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
TORONTO
Pêvajoya dengdayîna ji bo referandûma ku li Tirkiyeyê wê di 16ê Nîsanê da bê kirin, li derveyê welêt, bi dengên li Vancoûvera bajarê Kanadayê û Los Angeles a bajarê Emrîkayê hatin dayîn va bidawî hat.
Li seranserê Kanadayê ji bo 24 hezar û 767 welatiyên Tirkiyê ên hilbijêr in, li Ottawa, Toronto, Montreal û Vancouverê 14 sindoq hatin danîn.
Li çar aliyê Kanadayê bi tevahî 11 hezar û 729 ray hatin avêtin.
Rayên li Kanadayê hatin avêtin wê bi kuryeya dîplomatîk û nûnerên partiyên siyasî wê va ji Tirkiyeyê ra bên şandin.