18 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
EFRÎN
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li çoltera Efrînê depoyeke mezin a 12 çavî ya binerd a muhîmatan a rêxistina terorê YPG/PKKyê hat dîtin.
Oprerasyona ku Artêşa Tirkiyeyê ligel Artêşa Azad a Sûriyeyê di 20ê rêbendanê da dabû destpêkirin, bi awayekî serkeftî didome. Di operasyona ku hemû derfetên teknolojiyê tên emilandin da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê bi amûrên asîmanî va li herêmê xebatên xwe yên kewşê didomîne.
Di vê çarçoveyê da li rojavayê bakurê Efrînê li gundê Cuweykê depoyeke muhîmatan a 150 mêtro dirêj hat tesbîtkirin ku di binê erdê da bi dîwarên betonê va hatiye çêkirin û bi xweliyê va jî ser wê hatiye girtin da ku ji balafirên şer û topxaneyan were parastin.
Artêşa Tirkiyeyê di şertên asayî da dikarbû bi topxane û wasiteyên şer ên din va ev depo ji navê bibira, lêbelê ji bo ku xelkê gund û sivîlên deverê zirarê nebîne, ji navê nebir.
Artêşa Tirkiyeyê piştî ku tevdîrên ewlekariyê yên pêwîst hatin wergirtin, ligel yekîneyên Artêşa Azad berjêrî depoyê bû û di hundirê 12 çaviyên depoya binerd da bi hezaran guleyên doçka û dijefiroke, roketên dijetang, guleyên topê, roketavêjên pirserî, muhîmatên tangan ên curbicur û roketên TOW ku menşea wan Amerîka û Ûris in, bi dest xistin.
Ji aliyekî din va jî li gundê Telefê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad va hat kontrolkirin, "kampa perwerdeya siyasî" ya rêxistinê hat dîtin.
Di bînaya sê qatî ya ku hewş û hewzê wê jî hene da ligel pirtûkên serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan, gelek dokumen û afîşên rêxistinî hatin bidestxistin.
Hat tesbîtkirin, li vê bînaya ku bi dîwarên wê va rengên rêxistinê û wêneyên hin terorîstên ku hatine kuştin dardakirî ne, perwerdeya siyasî dihat dayîn.