Önder Beyter
22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
PARÎS
Der heqê Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy da ji ber sedema ku di kampanyaya hilbijartina serokomariyê da fînansmana dereqanûnî dabîn kiriye, gendelî kiriye û fonên qamûyê yên Libyayê veşartiye, lêpirsîn hat vekirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Mondeê, der heqê Sarkozyê ku îfadeya wî hat wergirtin û herwiha maweya binçavkirina wî kuta bû da ji ber sedema ku di kampanyaya hilbijartina serokomariyê da fînansmana dereqanûnî dabîn kiriye, gendelî kiriye û fonên qamûyê yên Libyayê veşartiye, lêpirsîn hat vekirin.
Di nûçeyê da herwisa hat destnîşankirin ku Sarkozy kirin bin kontrola darazê.
Polêsên Buroya Dijî Gendeliyê, Sarkozy pêr li Nanterre ku banliyoyeke Parîsê ye, ber destê sibê binçav kiribûn.
Hatibû îdiakirin ku Sarkozy di 2007an da ji birêvabirina kampanyaya hilbijartina serokomariyê, ji serokê serdemê yê Libyayê Muemer Qedafî dereqanûnî pere wergirtiye û kampanyaya xwe bi vî pereyî va bi rê va biriye. Ji ber îdiayên ku 50 milyon ewro pere hatiye wergirtin, di 2013an da lêpirsîna destpêkê hatibû vekirin.
Karsaz Zîad Taqîeddîn di 2016an da diyar kiribû ku wî di dawiya 2006an da ji Libyayê 5 milyon ewro ji Sarkozy ra anî.
Van gotinan, îfadeya Dîrektorê berê yê Îstixbarata Eskerî ya Libyayê Ebdulah Senûsî ku di 2012an da li Libyayê dabû, piştrast kiribû.
Wezîrê berê yê Petrolê yê Libyayê Şukru Xenîm di 2012an da bi awayekî biguman miribû û di nîşeyeke ku ji ser wî derketibû da hatibû gotin ku çenteyê tijî pere gihîşt ber destê Sarkozy.