Hat ragihandin ku li Trablusa paytextê Lîbyayê bi roketan ve êrîşê balyozxaneya Fasê kirin.
Li gor agahiya şahidan kes an kesên ku nasnameya wan ne diyar bi roketan ve êrîşê balyozxaneya Fasê ya li Trablusê kirin. Di avahiyê balyozxaneyê de xisar çêbû.
Piştî ku li Lîbyayê pevçûnên di navbera milîsan zêde bû û li welêt ewlekarî nebaş bû, Fasê di meha tebaxê de balyozxaneya xwe ya li Trablusê tehlîye kiribû.
Avahiyên balyozxaneyan û nûnertiyên dîplomatîk yên ku ji ber bûyeran girtîne dem bi dem dibin hedefên êrîşan.