Dadgeha Cezayê ya Qahireyê dosyaya der heqê dardekirina 106 kesên ku di nav wan de serokomarê Misrê yê cara ewil ji hêla gel ve hatibû hilbijartin û bi derbeyê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin Mihemed Mursî, Serokê Konseya Rehberî û Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Mihemed Bedîî û Serokê Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê Yûsif el-Qeredawî jî cih digirin, ji bo şêwirînê ji miftîtiyê re şand.
Dozên "cesûsî" û "êrîşa ser girtîgehan" li Qahireyê di avahiya Akademiya Polêsan de hat dîtin û dadgehê der heqê dozan de biryara xwe eşkere kir.
Di çarçoveya doza ku nav xelkê de wek "êrîşa ser girtîgehan" tê zanîn tevlî Mursî û Qeredawî 130 kes tên darizandin.
Dosyaya der heqê dardekirina 106 kesên ku Mursî, Qeredawî, Bedîî, Serokê Partiya Dad û Azadiyê (HAP) Saad el-Katatnî û ji pêşîkêşên Îxwanê Îsam el- Aryan jî di nav de biryar hat dayîn ku wê dosyaya wan ji bo şêwirînê ji miftîtiyê re bê şandin.
Hat ragihandin ku di her du dozan de jî biryara teqez wê di rûniştina 2yê hezîranê de bê dayîn.
Di her du dozan bi tevahî 166 bersûc dihatin darizandin de dosyaya 122 kesan der heqê wan de biryara dardekirê hatibû dayîn û ji bo şêwirînê ji miftîtiyê re hatiye şandin.
Li gor qanûnên Misrê dosyayên dardekirinê ku hê jî der barê wan de biryar nehatibe dayîn sewqî miftîtiya dewletê tên kirin. Miftî piştî ku fikra xwe eşkere kir dadgeh biryara xwe ya teqez dide.