Sendîkaya Rêxistinên Sivîl ên Erbîlê, dardekirina mehkûmên di nav de kurd jî hebûn protesto kir. Sendîkayê ji ber vê yekê ji Serokomar Hesen Rûxanî re, nameya şermezarkirinê şand.
Serokê Sendîkayê Ednan Enwer Bek, li ber Serkonsolosiya Îranê ya Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê da. Bek, di daxuyaniyê de wiha got: "Em darvekirina siyasetmedarên kurd şermezar dikin."
Bek got Rûxanî wehdên ku berî hilbijartinan kiribû bi cih neanîn û wiha axivî: "Piştî ku Rûxanî bû serokomar, gavên dê di qada azadiyên şexsî de biavêta, bi cih neanîn. Ez dibêjim ku ev jî bû sedema hêvîşikestinê. Îranê diyar kiribû ku sedema girtina kesên ku hatine darvekirin siyasî nîne, ji ber sûcên edlî û hişbiriyê ew girtine. Cardin derket holê ku ev derew e. Dîsa kesên siyasetmedar hatin dardekirin."
Kom piştî ku name radestî Serkonsolosiya Îranê kir, belav bû.