Burak Dağ
02 Îlon 2025•Rojanekirin: 02 Îlon 2025
Hat ragihandin ku di artêşa Îsraîlê da ji Tuxaya Golaniyê ya ku êrîşî Xeta Xezeyê dike, eskerekî xwe kuşt.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê da, ku wek çavkanî rayedarekî artêşê nîşan da hat gotin cinazeyê esker li baregehek li bakurê welêt hat dîtin.
Rayedarê artêşê daxuyand ku bi vê bûyerê va ji serê salê heta niha hejmara eskerên ku xwe kuştin gihîşt 18an.
Berdevkiya artêşa Îsraîlê daxuyand ku der barê mirina esker da lêpirsîn hat destpêkirin.