CAKARTA
Berdevkê Hêzên Hewayê yên Endonezyayê Agûs Dwî Putranto eşkere kir ku li Behra Javayê ya ku nêzî Girava Borneoyê ye 10 parçeyên mezin û gelek tiştên biçûk dîtin.
Putronto wiha got: "Yên mezin dişibin êlekên canxilasker û parçeyên balafirê. Ji bo niha gotina tişteke teqez dijwar e. Xebatên me berdewam dikin."
Berdevkê Yekîneya Lêgerîn û Xilaskirinê yê Endonezyayê Yûsûf Latîf jî got ku balafirek şandin herêma ku tişt wir hatin dîtin.
Pîlotê Hêzên Hewayê yên Endonezyayê Serpel Trî Prabowo jî wiha axivî: "Min li behrê ji bilî tiştan vûcuda mirovekî dît. Min ewil got ku avjeniyê dike. Pişt re dema min li wêneyên ku ji radarê girtin li ser kumpitirê nêrî min dît ku ew kes di nav pêlan de diçe û werimiye. Ez wisa difikirim ku cesed aidê yek ji qurbanan e."
Di vê navberê de ji Girava Longê ya ku wir xebat berdewam dikin de dûman bilind dibe û ekîban li ser vê dûmanê dest bi lêkolînê kir. Ji bo ku hîn bibin ka dûmana ku rojnamevanên çînî dîtîn, ka ji kû tê ekîbên lêgerînê şandin cihê herêmê.
Malezya, Sîngapûr û Awistralya jî piştigiriyê didin xebatên lêgerînê. Xebatên lêgerînê wisa hat berfirehkirin ku li bejahiyê û behrê 13 herêman tên kirin. 30 keştî, 15 balafir û 7 helîkopter beşdarî xebatan dibin.
DYAyê destroyera USS Sampsonê şand herêmê. Koreya Başûr, Tayland, Çîn û Fransayê jî eşkere kir ku dê piştgiriyê bidin xebatên lêgerînê.
Balafira A320-200 Aîrbûs a aidê AirAsiayê roja yekşemê dema ku bi 162 kesan re ji Girava Sûrabaya Endonezyayê diçû Sîngapûrê winda bibû. Pîlotê balafirê di axaftina xwe ya herî dawîn a bi kûleyê re ji ber şert û mercên hewayê yên xirab ji bo ku rotaya xwe biguherîne, destûr xwestibû. Kûleyê destûr dabû ku balafir vegere çepê. Balafir pişt re ji radarê winda bibû. Di balafirê de digel 7 personelan, 137 mezin, 17 zarok û bebekek hebû. Piraniya rêwiyan endonezyayî ne. Di nav rêwiyan de welatiyeke Îngilistanê, yekê Malezyayê, yekê Sîngapûrê û 3 jî yên Koreya Başûr hebûn.
Pîlot Iriyanto heta niha 20 hezar û 500 saet firiyabû. Arîkarê pîlot jî Remî Emmanuel Pleselê fransiz bû.
Balafira Airbus A320-200 di sala 2008an de beşdarî AirAsiayê bibû û 13 hezar û 600 car firiyabû û di meha sermawezê de jî lênêrîna wê hatibû kirin.