TEHRAN
Li Şonbeha bajaroka li ser eyaleta Buşehrê ya Îranê erdhejeke mezinahiya wê 5,3 ye çêbû.
Navenda Sîsmolojiyê ya Enstituya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir erdheja ku mezinahiya wê 5,3 bû 10 kîlometre di bin erdê de çêbû û navenda erdhejê jî 25 kîlometre dûrî bajaroka Şonbehê ye.
Midûrê Giştî yê maseya qirîzê ya Buşehrê Kazim Muradî destnîşan kir ku ekîbên alîkariya ecil li herêmê amade ne lê belê der barê mirî û birîndaran de hê tu agahî nehatiye destê wan.
Navenda Sîsmolojiyê diyar kir ku piştî erdheja li bajarê Şonbeha ku "Tesîsa Nûkleerê" lê ye li bajaroka Buşkanê jî erdhejeke ku mezinahiya wê 4,4ê çêbû.