Nihat Kavşut
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Dadgehê hiqûq binpê kir û darizandineke adil nekir. Ji bona eşkerekirina biryara ku berê hatiye hildan tenê rêgezên mecbûrî bi cî anî."
Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ji bona biryara doza Hakan Atîlla ku li Amerîkayê hat kirin wiha got: "Dadgehê hiqûq binpê kir û darizandineke adil nekir. Ji bona eşkerekirina biryara ku berê hatiye hildan tenê rêgezên mecbûrî bi cî anî."
Bozdagê Alîkarê Serokwezîr di daxuyaniya xwe da wiha got: "Tu kes nikare bi dozên kumpasê va Tirkiyeyê bide çokvedan û ji Tirkiyeyê ra rotayê tayîn bike."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag di berdewamiyê da ji bona doza Hakan Atîlla ya li Amerîkayê wiha got: "Ev doz hiqûqî nîne, dozeke siyasî ye. Ev doza FETOyê ya ku Amerîka lê xwedî derketiye û hê jî xwedî dike ye. FETOya maşika Amerîkayê di pêvajoya 17/25ê berfanbara sala 2013an da ji ber ku nikaribû kumpasa xwe derbeya xwe ya darazî li Tirkiyeyê bibe serî. Ev yek berdewamiya wê ye û niha bi şirîkatiya daraza Amerîkayê, CIA, FETO û FBIyê li Amerîkayê didomîne."