Hat ragihandin ku li Edene û Hatayê di çarçoveya jêpirsîna li ser sekinandina tirên aîdê MÎTê de der heqê 19 gumanbaran de doza qamûyê hat vekirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Buroya Ragihandin û Medyayê ya Edliyeya Edeneyê, ji ber ku di 1ê rêbendana 2014an de li Kirikhana navçeya Hatayê û di 19ê rêbendana 2014an de li Ceyhana navçeya Edeneyê wesayîtên aîdê MÎTê dan sekinandin û lêgerîn kirin, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jêpirsîn kir.
Li gor daxuyaniyê, piştî jêpirsînê, der heqê 19 gumanbaran de bi sûcê ku 'agahiyên veşartî yên ku bi ewlehiya dewletê re têkildar in, hatine bidestxistin û eşkerekirin' li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran doza qamûyê hat vekirin.
Her wiha hat gotin ku der barê 41 gumanbaran de hewcedariya lêgerînê tuneye.