Bilal Güler,Sayed Khodaiberdi Sadat
25 Hezîran 2022•Rojanekirin: 26 Hezîran 2022
Nûçegihanê AAyê bi şêniyên li Giyana navçeya Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê ku erdhêjê lêxist û zirar û ziyaneke mezin çêbû, ra hevdîtin kir.
Di 22yê Hezîranê da li Efxanistanê bi lerza 5,9an erdhej çêbû û heta niha herî kêm 1150 kesî can da û hejmara birîndaran jî ji 1600î derbas bû.
Li Giyanê li xaniyên du qatî bi piranî çend malbat bi hev ra dijîn û ji ber vê jî mal qelebalix in. Malên bi kerpîçan hatine avakirin di erdhêjê da hema bêje nîvê wan hilweşiyan û kesên rewşa wan baş bûye û xaniyên xwe zexim çêkirine kêmtir zirar dîtin.
Li gund dîwarên gelek malan derizîne û qelîştek tên dîtin.
Ji şêniyên gundê Giyanê Xafur Rehman der heqê şeva erdhêjê da got: "Dema erd hejiya herkesî bazda derva. Di dest wan da bi tiştên ronî didin derva va haya herkesî pê xistin lê piraniya milet di wê saetê da di xewê da bû."
Rehman destnîşan kir ku ji malbata wî 4 kes birîndar in lê ji du malbatên cîranê wî 15 kesan wefat kir.
- Ji ber erdhêjê gelek malbat ji hev bela bûn
Di erdhêja li Efxanistanê xist da gelek zarok bê dê û bê bav man.
Ji wan zarokan yek jî Naqîbullahê 10 salî ye û di erdhêjê da diya wî, bavê wî û 3 xwîşkên wî wefat kirine.
Feyzullah Pîşakmanê 53 salî jî got ku di erdhêjê da ji malbata wî 12 kesan wefat kir û wiha domand: "Di erdhêjê da birayên min, xanim û zarokên wan em tev di heman malê da bûn. Lê ew mirin û ji ber dîwarê li aliyê me hilneweşiya em sax man."