Li Tengava Eiviayê ya Yewnanistanê bi lerza 5,3yan ve erd hejiya.
Rasatxaneya Atînayê navenda erdheja ku di saet 04.09an de qewimî wekî Tengava Eiviayê ya li 77 kîlometro li bakûrê rojavayê Atînayê daxuyand.
Hat diyarkirin ku erdhej 13 kîlomêtro di kûrahiya erdê de qewimî.
Di erdheja ku tevî Atînayê li gelek deveran hat hîskirin de mirî û ziyana maddî nehat ragihandin. Hat destnîşankirin ku hejên dûmahîkê didomin û ji ber vê jî li herêmê tîmên lêgerîn û xelaskirinê hişyar û amade ne.