Türkan Tosun
24 Adar 2019•Rojanekirin: 25 Adar 2019
Li Papuaya eyaleta Endonezyayê di lêhiya di 16ê Adarê da çêbûbû da hejmara miriyan gihîşte 112yan.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand li Jayapuraya paytexta eyaleta Papuayê ji ber barana gur lehî çêbûbû, hejmara miriyan gihîşte 112yan.
Nugroho got di lehiyê da jê 107 giran 915 kesên birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê, 94 kes jî hê winda ne.
Nugroho anî ziman ji ber lehiyê tevahî 16 hezar û 783 kesan zirar dîtiye, 3 hezar û 876 afetzede jî texliyeya 33 navendan hatine kirin.
Ji ber lehiyê heta 29ê Adarê rewşa acil wê dewam bike, xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî didomin.
Li Endonezyayê ji ber ku avûhewaya tropîkal heye û baranên musonê dibarin her sal lehî û hezaz çêdibin.