Hat ragihandin ku dûvê balafira dema ku ji Sûrabaya bajarê Endonezyayê diçû Sîngapûrê ket, li Behra Cavayê hat dîtin.
Serokê Ajansa Lêgerîn û Xilaskirinê yê Endonezyayê Henry Bambang Soelîstyo daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku binavger û wesayîtên bin avê cihê dûvê balafira AirAsiayê dîtin.
Tê diyarkirin ku dîtina dûvê balafirê girîng e. Ji ber ku cihaza qeyda dengê kokpîtê û daneyên firînê ya ku di nav gel de wek "qutiya reş" tê zanîn, li aliyê dûvê ye.
Ji laiyê din ve heta niha di xebatên lêgerînê de cesedê 40 kesî hat dîtin û rayedar diyar dikin dibe ku gelek rêwî li gewdeya sereke ya balafirê de asê mabin.
Balafira cureya Airbus A320-200ê ya bi nimreya QZ-8501 a aidê rêhewayên AirAsiayê dema ku ji Sûrabaya bajarê Endonezyayê diçû Sîngapûrê di 28ê kanûna pêşîn de piştî ku rabûbû, têkiliya wê hatibû birîn. Hin parçeyên aidê balafirê û hin cesed di 30yê kanûna paşîn de li Behra Cavayê hatibûn dîtin. Di balafirê de 7 murettebat bi tevahî 162 kes hebûn.