11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
TAHRAN
Gelê Îranê li Tehranê polîtîkayên Rûsyayê protesto kirin.
Li gor dîmenên ku di medyaya civakî da hatin weşandin, gelê Îranê yê ku do beşdarî merasima cinazeyê Serokomarê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê Haşîmê Refsencanî bû li pêşiya avahiya balyozxaneya Îranê siloganên li dijî Rûsyayê avêt.
Çalakvanan li pêşiya balyozxaneya li Tehranê siloganên wek "Bimre Rûsya", "Balyozxanaya Rûsyayê Hêlîna Sîxuriyê" avêtin û polîtîkayên wan rexne kirin.
Serokomarê Berê Refsencanî roja yekşemê di 82 saliya xwe da miribû. Do piştî nimêja ku li Kampusa Zanîngeha Tehranê hat kirin, hatibû veşartin.