11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Mixalifên sûriyeyî ji ber îxlalên rejima Esed û piştgirên rejimê agirbest di bin tehdîdeke ciddî da ye û dibêjin ku Rûsya di mijara garantoriya rejimê da lawaz dimîne.
Agirbest di garantoriya Tirkiye û Rûsyayê da hat mohrkirin û di 30 berfanbarê da ket rewacê. Mixalifên sûriyeyî der heqê mitabaqata agirbestê da daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û gotin ku rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ên ku piştgiriyê didin rejimê agirbestê binpê dikin û Rûsya bi wan nikare.
Endamê Buroya Siyasî ya Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) Ramî Dalatî got: "Rejima Esed dawî li binpêkirinan neanî û Rûsya di mijara garantoriya rejimê da lawaz ma. Lewra yên ku li sehayê gotina wî diçe pêş îranî ne. Rûsya jî li asîman tesîra xwe heye."
Dalatî diyar kir ku bandora siyasî ya Rûsyayê ji hêzên milîs ên şiî ku piştgiriya rejimê dikin û Hizbullahê zeîftir e û wiha dewam kir: "Hemû binpêkirin bi destê Îranê dest pê dikin. Di roja sêyemîna agirbestê da balafirên rejimê firiyan. Ev jî nîşan dide ku rejim naxwaze agirbest serkeftî be. Agirbest di bin talûkeyê da ye."
Dalatî der barê binpêkirinên li Geliyê Baradayê ku li rojavayê Şamê ye da got ku 2 roj berê li herêmê êrîş hatin kirin û Hizbullah dixwaze bi dest bixe.
Dalatî diyar kir ku binpêkirinên li herêmê ni destê rejimê dest pê dikin û got ku Hizbullahê hêzên taybet şand herêmê û mixalifan ew têk birin.
Dalatî ragihand ku Hizbullahê pêşî li 4 generalên rûs ên ku hewl didan bikevin Geliyê Baradayê, herwiha çavkaniyan jî ev agahî piştrast kir û wiha xeberda: "Em sedema wî nizanin; lê dibe ji ber ku Hizbullah agirbest nexwestibe û ji bo wî ev kiribe."
Spûtnîka ajansa xeberan a Rûsyayê ragihandibû ku nûçeyên di vî warî de hatin weşandin derew in.
-"Li Gûtaya Rojhilatê şer heye"
Serokê Biroya Siyasî ya Ceyşûl-Îslamê Mihemmed Bayraktar got: "Geliyê Baradayê girîng e. Ev der yek ji wan ciyan e ku dixwazin demografiya wê biguherînin. Rejim hê jî li van herêman dixe. Ev herêm bi taybetî ji Hizbullahê ji aliyê stratejîk ve girîng e."
Bayraktar behsa rewşa Gutaya Rojhilat jî kir û wiha axivî: "Em nikarin ji bûyerên ku li Gutaya Rojhilat çêdibin re bibêjin îxlalkirin. Li wir şer heye. Rejima Esed bombe dike, milîsên şiî êrîş dikin. Li Gutaya Rojhilat û Newala Baradayê beriya agirbestê û piştî wê rewş neguherî, êrîşan dewam kir."
- "Hewl tê dayîn ku rewşa demografîk bê guherîn"
Berdevkê Ehraru'ş-Şamê Ehmed Elî jî got ku rejim agirbestê ji bo ku herêmên li der û dora Şamê di bin kontrolê de bigre bi kar tîne.
Elî wiha axivî: Milîsên şiî yên li cem rejima Sûriyeyê ya ku gelê xwe dikûje tevdigerin, sûcên pir xirab dikin. Bi alîkariya Esed va li herêmên ku lê ne hewl didin ku rewşa demografîk biguherînin."