SILÊMANIYE
Di navbera Yekîtiya Îxracat û Îthalatê ya Herêma Kudistana Iraqê û Odeya Ticaretê ya Yewnanistanê de protokola hevkariyê ya ticarî hat îmzekirin.
Merasima îmzeyê li bajarê Silêmaniyeyê li Salona Konferansê ya Palasê hat kirin û Serokê Yekîtiya Îxracat û Îthalatê ya HKIyê Evdirrehman Evdillah û lijneya Odeya Ticaretê ya Yewnanistanê, hin rayedar û karsaz beşdar bûn.
Evdirrehman Evdillah di merasimê de axivî û diyar kir ku ev peymana ticarî ya yekem e ku bi Yewnanistanê re tê îmzekirin û ji ber vê jî girîng e. Evdillah di berdewamiya axaftina xwe de got ku armanca wan ew e ku bi Yewnanistanê re ticaretê pêş bixin û têkiliyên di navbera herêmê û Yewnanistanê de xurt bibin.