ERBÎL
Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana: "Me peyamên Ocalan gihandin Barzanî. Em ê bersiva Barzanî jî bigihînin Ocalan. Armanc ew e ku ev pêvajo domdar be."
Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana di roja sêyem a pêwendiyên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de li ofîsa Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Hewlêrî civîna çapemeniyê li dar xistin.
Leyla Zana axaftina xwe bi tirkî û kurdî kir. Zanayê destnîşan kir ku di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Hewlêrê duh bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re û îro jî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hatin bal hev.
Zanayê diyar kir ku têkiliya di navbera Ocalan û Barzanî de bi komploya 9ê sibatê ve qut bûye û wiha got:
"Em dixwazin ev têkilî cardin çêbibe. Ez qala qutbûneke ne xwezayî dikim. Berê di navbera Ocalan û Barzanî de têkiliyeke xwezayî hebû û bi hêz bû. Lê bi komploya 9ê sibatê ve ev têkilî qut bû."
Sirri Sureyya Onder jî wiha axivî:
"Ji bo ku aştî pêk were pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye. Ocalan ji Barzanî re peyamek şand û me jî gihand Barzanî. Ez bawer im dê astengiyên li ber Kongreya Neteweyî ya Kurdan ji holê rabin."