Muhammet Kurşun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
LONDRA
Ingîltereyê ragihand ku dê çûnûhatina serbest bi Yekîtiya Ewropayê re di sala 2019an de bidawî were.
Di daxuyaniya Wezareta Derveyî ya Ingîltereyê de hat diyarkirin ku dê çûnûhatina serbest 2019an biqede û Wezareta Navxweyî ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên piştî Adara 2019an werin sîstema qeydê amade kiriye.
Herwiha hat destnîşankirin ku ji bo pêşnûmayeke qanûnî jî xebat berdewam in.