Sevim Hatun
18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî: "Di çarçoveya operasyonê da qadeke zêdetirê 200 kîlometrekareyî ji destê DEAŞê hat rizgarkirin. Em dixwazin gelê Mûsilê emîn be. Em wek pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo li herêmê qetlîam çênebe, herêm bi hêsanî were rizgarkirin hewl didin. Ev merhaleya ewil a xilaskirina Mûsilê ye. Pêvajoyekê hêsan nîne, Ewê hê bidome. JI bona vê divê hevkariya me jî dewam bike. ewê DEAŞ têk here û tune bibe. Ev nêzîk e."
Barzanî li Eniya Hazirê ya ku lê operasyon hat destpêkirin, civîna çapemeniyê li dar xist û pêvajo nirxand.
Barzanî got ku operasyona xilakirina Mûsilê bi hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê tê birêvabirin û wiha xeberda: "Ji bo vê çendekî berê em çûbûn serdana Bexdayê û em li wê derê bi Serokwezîrê Bexdayê Heyder Ebadî re hatibûn bal hev. Li wê derê me biryara destpêkirina operasyona Mûsilê dabû. Operasyona ku me li ser biryar dabû îro serê sibê saet 06.00an de dest pê kir. Me di demeke kurt de serkeftineke baş bi dest xist."
-Di operasyona Mûsilê da gava ewil îro hat avêtin
Barzanî wiha dewam kir: "Serkeftinên îroyîn jî me di encama vê hevkariyê bi artêşa Iraqê re bi dest xist. Di heman demê de ev nîşan dide ku heke em bi bi hev du re tevbigerin em ê çiqasî bi ser bikevin. Heke em bibin yek em ê li dijî terorê bihêztir bibin. Di operasyona Mûsilê da gava ewil îro hat avêtin. Ev pêvajo pêvajoyeke hêsan nîne. Hê ew ê dewam bike. Ji bona vê yekê divê hevkariya me xurttir bibe û bidome. Ewê DEAŞ têk here û tune bibe, ev nêzîk e. Lê dibe ku pîştî têkçûna DEAŞê rêxistinekî terorê ya mezintir derbikeve holê. Ji bona vê yekê peywendiyên navbera me de divê dewam bike. Em dixwazin bibêjin ku em berî ketina Mûsilê jî ji bo hevkariyê hazir bûn, em piştî xilaskirinê jî amade ne."
Barzanî operasyon wiha nirxand:
"Ewê hemû kes li cihê xwe bisekinin û zêde bi pêş ve neçin. Derbarê herêmên ku hatin xilaskirin de jî peyman hatiye çêkirin û ew ê paşê bigihîjin encamekê. Di vê mijarê de nebawerim ku pirsgirêk derbikeve. Ev cara ewil e ku xwîna pêşmerge û artêşa di şerê li dijî DEAŞê de bi hev di re rijiya û tevlî hev bû. Hêviya min ev e ku ev rewş ji bo pêşerojê ji bo têkiliyên me yên bi Bexdayê re bibe bingehek. BAweriya min a bi xilaskirina Mûsilê tam e, bawer im ew ê ev operasyon serkeftî biqede. Tabî ev nayê wê wateyê ku ew ê teror û terorîst biqedin. Lê ev ji bo me tecrubeyek û derseka girîng e. Divê em ji vir û pêva pirsgirêkên xwe bi rêyên aşîtiyane çareser bikin. Ev nîşan dide ku divê ji vir û pêva di têkoşîna dijî DEAŞê de, Bexda, Hewlêr û hêzên koalîsyona navneteweyî hevkariyê bikin û bi hev du re tevbigerin."
-"Bila gelê Mûsilê emîn be"
Barzanî ji bo piştgiriya hêzên koalîsyonê û ji bo qehremaniya artêşa Iraq û hêzên pêşmergeyê spasî kir û wiha xeberda:"Îro derbeya mirinê li DEAŞê hatiye xistin. DEAŞ zirareke mezin dîtiye. Ez nizanim e wê operasyon çiqas dewam bike lê çiqas dewam dike bila bike em amade ne."
Barzaniyê ku ji gelê Mûsilê xwest emîn be wiha dewam kir:
"Em hêzên pêşmergeyê ji bo qetlîam çênebe, bi hestên tolhiladanê neyê tevgerî û bi hêsanî herêmê ji DEAŞê were xilaskirin hewl didin. Daxwaza me ew e ku ji wê tarî, zîndan û zulma ku ketinê derbikevin, jiyanekê azad û bextewar bijîn. Ev mafê wan e. Ji bo Mûsil nebe Heleb em ê hemû hêza xwe bikarbînin."