18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
OTTAWA
Hat ragihandin ku leşkerên Kanadayê di operasyona Mûsilê ya ku hewl tê dayîn ku bajêr ji destê rêxistina terorê DAEŞê bê xilaskirin de alîkariya hêzên kurd kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî ya Kanadayê Harjît Sajjan di parlamentoya federal de der barê operasyona Mûsilê de daxuyanî da rojnamevanan.
Sajjan got ku leşkerên Kanadayê ji du salan vir ve perwerdeyê dide hêzên kurd û wiha axivî: "Divê ez bi serfirazî bibêjim ku leşkerên me di operasyona Mûsilê de alîkariya hêzên kurd dike. Hêzên kurd ên ku me perwerde kirin di operasyona Mûsilê de wezîfeyeke girîng dikin. Ez ji ber vê pir bi şanaz im."
600 leşkerên Kanadayê di nav koalîsyona ku serkêşiya wê Amerîka dike de heye û li hember DEAŞê têkoşînê dide.