24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Enstîtûya Hudsonê ya ku navenda wê Washington e bi navê "Tirk, Kurd û Li Sûriyeyê Ji Bo Pergaleke Nû Hewldan" panelek li dar xist.
Pisporên Rojhilata Navîn ên Enstîtûya Hudsonê Mîcheal Doran û Erîc Brown beşdarî panelê bûn.
Di panelê de behsa "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku Tirkiye li Efrînê dike û polîtîkaya Sûriyeyê ya Amerîkayê hat kirin.
Pisporê Rojhilata Navîn Mîcheal Doran siyaseta Amerîkayê ya ku li Sûriyeyê dimeşîne rexne kir, got şûna Tirkiyeyê bi PKK/PYDya rêxistina terorî re têkilî danîn şaş e.
Doran wiha axivî: "Mijara PYD/PKKyê niha di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji pirsgirêkên herî girîng yek e. Heke ev pirsgirêk ji holê rabûya, her tişt wê bêtir hêsan bûbûya. Ji heyama Barack Obama vir va hat gotin ku PYD ji PKKyê cudatir e. Em xwe dixapînin. Hûn nikarin ji Tirkekî re vê bibêjin."
Doran got Amerîka divê berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn û yên Tirkiyeyê bide ber çav û wiha dewam kir: "Tirkiye li herêmê yek ji şirîkê me yê herî girîng e. Heke em guh nedin Tirkiyeyê rewş dikare bêtir xirab bibe. Barack Obama ji bo demeke kurt tevgeriya, lê ji ber wê nêrîna wî em îro hewl didin ku encameke stratejîk bi dest bixin. Nakokiya me ya îro ev e."