Serokê Komaleya Lêkolînên Stratejiyê û Pêşxistina Parastina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn Burhan Hedbî got: "Dijminahiya xwînê pirsgirêkekî wisa ye ku bi mirovahiyê re dest pê kiriye û çanda ku ji bo mihekî hev dikujin û ji bo aştiyê 99 mih serjê dikin xelet e."
Ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî, Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê û Komaleya Lêkolînên Stratejiyê û Pêşxistina Parastina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn ve li Mêrdînê paneleke bi navê "Sedemên Dijminahiya Xwînê, Encamên wê û Lêgerînê Çareseriyê" hat lidarxistin.
Panel li otêlekê hat lidarxistin û ji Îran, Iraq û Sûriyeyê pispor beşdarî panelê bûn. Di panelê de bi berfirehî li ser dijminahiyên xwînê sekinîn.
Burhan Hedbî vir axivî û got ku dê di komxebatê de akademîsyen, alimên dînê, nivîskar û pisporên ku ji Sûriye, Iraq û Îranê hatin re bi berfirehî li ser sedemên dijminahiyên xwînê û encamên wê bisekinin.
Hedbî wiha axivî: "Dijminahiya xwînê pirsgirêkekî wisa ye ku bi mirovahiyê re dest pê kiriye û çanda ku ji bo mihekî hev dikujin û ji bo aştiyê 99 mih serjê dikin xelet e."
Piştî axaftinên vekirinê di komxebatê de di mijarên "Dijminahiya xwînê û siyaset", "Di dijminahiyên xwînê de zimanê çapemeniyê", "Ji Habîl û Kabîl heta roja me kuştin" û "Di dîrokê de dijminahiyên xwînê û eşîr" de pêşkêşî hatin kirin.
Daxuyaniya encama komxebatê bi kurdî, erebî û tirkî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dikarin dijminahiyên xwînê çareser bikin. Dan zanîn ku di şîdet û sûcên wek wê yên ku di vê çarçoveyê de tên kirin de divê her kes raste rast an jî nerasterast ji xwe re parek derxîne û dibe ku bi vî awayî ji vê çerxa sûcdarkirina kesên din xilas bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Gel têgeha qisasê ya ku di hiqûqa îslamê de wekî 'Ji bo we di qisasê de jiyan heye' bêyî ku serî li saziyan bide wekî 'Tu dikarî ew kesê ku te kuşt bikujî' şîrove kiriye û wek dijminahiyên xwînê bûye tevgerek, daxwaza wan kesên ku dibin sedemê pirsgirêk an pirsgirêkan ên ji bo pêkanîna edaleta xwe, tunebûna tapû û kadastroya hin eraziyên li herêmê, bêewlehiya ji bo pêvajoya darizandinê dibin sedemê dijminahiyên xwînê." Di daxuyaniyê de ji bo berîgirtina dijminahiyên xwînî jî ev hatin gotin:
"Avakirin û tetbîqkirina muesseseyên çareseriyê û aştiyên ku beriya pirsgirêk derkeve û bibe dijminahî dikare mudaxale bike, wekî ku di wijdana kamûyê de cî bigire pêkanîna kamûyê, bi berdewamî li herêmê çêkirina projeyên ku hajpêhebûnê derdixîne, ji bo çareserkirin û astengkirina dijminahiyên nû avakirina komîsyoneke çareserî û aştiyê ya ku ji alim, hiqûqnas, civaknas û rîspiyan pêk tê, bila her kes di vê mijarê de berpirsyarê bigire ser milên xwe."