Fatih Gazioğlu
15 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ÎDLIB
Di kampên li sînorê Tirkiyeyê de bi sed hezaran sivîlên ku ji ber êrîşên rejima Esed revîne dimînin. Ji kal û pîran bigire heta xort û ciwanan daxwaza hemûyan ew e ku şer û pevçûnên li herêmê biqedin û vegerin malên xwe.
Li Sûriyeyê şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de dest pê kiribû sala xwe ya 7emîn jî tijî kir.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê heta niha 5 milyon û 600 hezar sivîl bûn penaber. Jimara kesên ku li hundirê welêt ji cih û warên xwe bûn jî nêzî 6 milyon û nîvan e. 2 milyon û 800 hezarê wan zarok in.
Li kampên gundê Atmeya li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê nêzî 300 hezarî penaber dimînin.
Tîmên Ajansa Anadoluyê (AA) bi ÎHAyan dîmenên jiyana penaberên kişandin ku li konan di nav şertên zor û zehmet de dijîn.
- "Rejima Esed hê li gundên me dixe"
Um Ayeda penaber ya 50 salî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev 6 sal in ji mala xwe dûr di van konan dimîne û wiha axivî:
"Heta şer hebe em nikarin vegerin malên xwe. Rejima Esed hê bi firokeyên ku ji baregeha eskerî ya Curîna Lazqiyeyê radibin li gundên me dixe. Em jî gava ku rejima Esed têk çû wê çaxê vegerin malên xwe."
Ebdurehman Latufê penaber jî got ku wî di sala 2013an ji ber êrîşên Esed mala xwe terikandiye û wiha dewam kir:
"Tişta ku me li ser piyan dide sekindandin ev 5 sal e ev hêviya ye. Ez muhendîsê înşeatê bûm lê mixabin min tu carî karê xwe nekir. Salên min yên herî xweş vala derbas bûn. Min digot ez ê xaniyan çêbikim lê xaniyê min hat xirab kirin. Înşelah gava şer qediya em ê xaniyên xwe dîsa çêbikin."