Haydar Şahin
15 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
MOSKOVA
Îngiltereyê ji ber bijehrîxistina Sergey Skrîpalê sixurê Ûris ê berê û qîza wî biryar da ku 23 dîplomatên Rûsyayê deresînor bike, Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku li dijî vê biryarê Rûsyayê jî hin dîplomatên Îngiltereyê dersînor bike.
Lavrov daxuyanî da RÎA Novostiya ajansa xeberan a Rûsyayê û biryara Îngiltereyê ya deresînorkirina 23 dîplomatên Rûsyayê nirxand.
Lavrov got ku Rûsyayê li dijî vê gavê teqez bersivê bide û wiha axivî: "Em ê teqez hin dîplomatên Îngiltereyê deresînor bikin. Em ê di demeke nêz da biryarê bidin."
Mariya Zaharovaya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê jî îro di civîna çapemeniyê da got ku sûcê Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê diavêje ser Rûsyayê "dînîtî ye" û wiha pê da çû: "Ji bo îstişarekirina vê biryarê me 4 nota şandin Londrayê lêbelê bersivên ku lazim dikin nehatin dayîn. Em ê teqez bersivê bidin vê helwesta dijminatiyê ya Îngiltereyê."
- Sîxurê hat teqeskirin
Dadgeha Rûsyayê di sala 2006an da ji ber ku Skrîpal ji bo Îngiltereyê sixurî kiriye 13 sal cezayê hepsê dabûyê. Di dema seroktiya dewletê ya Dîmîtrî Medvedev da efû derketibû û Skrîpal jî jê îstifade kiribû. Di sala 2010an da 10 sixurên Rûsyayê yên ku Amerîkayê girtibû li Viyanaya paytextê Awistiryayê bi 4 sixuran ra hatibûn guherandin û Skrîpal jî di nav wan 4 sixuran da bû.