Mustafa M. M. Haboush,Hamdi Yıldız
12 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2024
Balafirên cengê yên Îsraîlê li dijî hinek herêmên li başûr û rojhilatê Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin.
Li gorî nûçeya NNAya ajansa nûçeya a Libnanê Îsraîllê li dijî enbareke hêkan a li bajarokê Serîna Jêrîn a li herêma Bealbekê ku dikeve rojhilata wî welatî êrîşa asîmanî li dar xist.
Li bajarokê Kewseriya Siyadê ya li ser Seydayê ku dikeve başûrê Libnanê jî di encama êrîşên asîmanî yên Îsraîlê da avahiyeke 3 qatî rûxiya.
Dîsa li başûrê Libnanê derdora herêma Xuşê ya navçeya Sûrê, bajarokên Zîfte û Zehranî yên li başûrê Nebatiyeyê jî bûn armanca êrîşên balafirên cengê yên Îsraîlê.
Der barê kuştin, birîndarbûn û xisarên maddî yên di encama êrîşan da tu agahî nehatin dayin.