28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
SILÊMANIYE
Wezareta Pêşmergeyan a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da hetanî îro hezar û 654 pêşmerge mirin, 9 hezar û 707 pêşmerge jî birîndar ketin.
Midûrê Gişkî yê Saziyên Tenduristiya Leşkeriyê ya girêdayî Wezareta Pêşmergeyan Şemal Cebar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Di pevçûnên ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra derketin ên ji 10ê hezîrana 2014an virda da hezar û 654 pêşmerge mirin, 9 hezar û 707 pêşmerge jî birîndar ketin."
Cebar li ser pêşmergeyên ku di pevçûnan da winda bûne jî axivî û got, "Di 2 sal û nîvê dawîn da 62 pêşmerge di pevçûnan da winda bûn. Der barê aqûbeta wan da tu agahiyek tune."
Cebar destnîşan kir ku di operasyona xilaskirina Mûsilê da ekîbên tenduristiyê di sefa pêşiyê da cî digrin û wiha axivî: "Di vê operasyonê da 2 wezîfedarên me yên tenduristiyê mirin. Nika 127 wezîfedarên me yên tenduristiyê li qadê dixebitin."