Elif Orhan
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
RAMALLAH
Di roja şeşemîn a xwepêşandanên ku li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin ên dijî biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike tên kirin de di pevçûnên navbera hêzên Îsraîlê û Filistînê de 36 filîstînî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Heyva Sor a Filistînê hat dayîn de hat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê bi gaza rondikrêj, guleyên rastîn û plastîk midaxaleyî xwepêşandanên li herêmên Ramellah, Tulkerm û herêmên din ên li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin kirin, di bûyerê de 36 xwepêşandêr birîndar bûn.
Eskerên Îsraîlê bi gaza rondikrêj, guleyên rastîn û plastîk midaxaleyî xwepêşandanên ku li daketina bajarê Beytullehîma li Şerîeya Rojava dewam dikin, kirin.
Xwepêşandêrên filîstînî kî bi kevir û lastîkên erebeyan ên ku agir pê xistin hewl dan ku bertek nîşanê eskerên Îsraîlê bidin.
Li kampa penaberên filistînî ya Arrub a li başûrê Beyttullehîmê û li bajaroka Saîrê ya li başûrê El Xelîlê jî di navbera eskerên Îsraîlê û xwepêşandêrên filistînî de pevçûn derketin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê bi îdiaya ku nêzî bajarê Selfît a li bakurê Şerîeya Rojava teşebûsa êrîşa bikêr hatiye kirin gule barandin û di encama bûyerê de zarokekî filistînî birîndar bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Fiistînê hat dayîn de hat ragihandin ku zarokê filistînî yê ku birîndar bû neqlê nexweşxaneyekî li Îsraîlê kirin.
Di daxuyaniyê de der barê hûrguliyên bûyerê de agahî nehatin dayîn.