Muhammet Kurşun
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
REMELLAH
Di 5emîn roja protestoyên biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump de li Şerîeya Rojava, Quds û Xezzeyê 45 xwepêşandêrên Filistînî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sora Filistînê di encama mudaxeleya Îsraîlê de li Şerîeya Rojava, Quds û Xezzeyê 45 xwepêşandêrên Filistînî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di mudaxeleya Îsraîlê de fîşekên plastîk û yên heqîqî hatin bikaranîn û li Xezzeyê 9, Quds û Şerîeya Rojava jî 36 kes hatin birîndarkirin.
Herwiha ji ber xaza biasît jî li Şerîe û Qudsê 60, li Xezzeyê jî 19 kes rastî xetera fetisînê hatin.
Ji destpêka xwepêşandanan heta niha bi sedan Filistînî birîndar bûn.