Haydar Şahin,Nihat Kavşut,Türkan Tosun,Önder Beyter
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ANKARA (AA) - Pisporan xwepêşandanên li Meşheda bajarê Îranê dest pê kiribûn û li gelek bajarên welêt belav bûn nirxandin û dibêjin protestoyên li dijî rewşa aboriya li Îranê dest pê kiribûn vegeriyan hereketa li dijî rejimê.
Pisporan protestoyên li dijî rewşa aboriyê yên ku roja pênşemê bêyî banga partiyeke siyasî li Îranê dest pê kirin ji AAyê ra nirxandin.
Dr. Hakki Uygurê Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) got dema xwepêşandanên piştî hilbijartina serokomariyê ya 2009an û yên nika didin ber hev tê dîtin ku navenda van protestoyan Tehran nîne, hereketeke ku herî zêde tê da navçe û bajarok çalak in derketiye holê.
Uygur wiha got, "Ya rastî rewşeke ku em bêjin xeternak e li holê tune lêbelê dema bi 2009an ra didin ber hev tê dîtin ku li berevajiyê dema Obama rêveberiya Amerîkayê ya teze piştgiriyê dide van bûyeran."
Uygur bi bîr xist ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê tweetên piştgiriyê didin çalakvanan dinivîsîne xencî vê Îsraîl û Erebistana Siûdî jî daxuyaniyên ji bo piştgiriyê didin û wiha axivî: "Dema konjonkturên li derva didin ber çavan tê dîtin ku karê Îranê ji rewşa 2009an zortir e. Rîskeke wiha heye lêbelê ji bo analîzeke zelal hê zû ye. Dibê meriv teqîb bike ku gelo wê ber bi ku va here."
- "Di hedefa protestoyan da tevahiyê sîstema li welêt heye"
Uygur diyar kir ku di hedefa protestoyan da tevahiyê sîstema li welêt heye û wiha pê da çû: "Di hedefê da Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê, Elî Xameneyiyê serokê dînî yê Îranê, Komara Îslamî û şoreşa Îslamî hene. Di protestoyan da dirûşmeyên li dijî şoreşê jî tên gotin."
Uygur diyar kir li Îranê demeke dirêj e rewşeke wiha naqewime û wiha got: "Ev geşedanên nû ne û îhtimal heye bi derva ra têkildar bin. Qeyrana li Sûriyeyê jî wiha dest pê kir. Bi daxwazên rast yên gel dest pê kir. Heger dijî qereqol û leşkerên Îranê çalakî bên kirin û çalakvan bên kuştin îhtimal heye rewş biguhere."
Hakki Uygur diyar kir geşedanên li Îranê di demeke kurt da îhtimal heye tesîrê li welêt bike û wiha axivî: "Aborî baş nîne. Di navbera elîtan da şer heye û ev di demeke kurt da naguhere. Îran hay ji vê heye. Heger Îran reforman neke û di nav xwe da normalîze nebe bi pêlekê wê hemû pergal xera bibe."
- "Çalakvanan her tişt dan ber çavê xwe û dest bi protestoyan kirin"
Alî Semînê Pisporê Lêkolînên Rojhilata Navîn ya Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Merivên Zana (BÎLGESAM) destnîşan kir li welêt protestoyan dijî feqîrî, bêkarî, aborî û rewşa siyasî dest pê kir û veguherîn dijberiya rejimê.
Semîn destnîşan kir çalakiyên di sala 2009an da li Îranê hatin kirin dijî rêvebiriyê wekî hêzeke mixalif derketin û got protestoyên niha cuda ne û wiha got: "Ji şoreşa Îranê ya 1979an heta niha cara ewil e rejima meleyan, ango Elî Xamaney di hedefê da ye û got Qasim Silêmanî û Ruhanî jî niha di hedefê da ne.
Alî Semîn diyar kir protesto dijî rejimê tên kirin û got ji xeynî komên dijî rejimê komên nijadî yên wekî ereb û kurdan jî tevlî protestoyan bûne û wiha dewam kir: "Dema em dinihêrin cara ewil e posterên Elî Xameney tên çirandin û dijî baregehên mihafizên şoreşê êrîş tên kirin. Loma jî meriv dikare bibêje çalakvanan her tişt dane ber çavê xwe û dest bi protestoyan kirine."
Semîn got Îran hewl dide hêza xwe li Sûriye, Iraq, Yêmen û Libnanê zêde bike, lê divê destê xwe ji van deran bikşîne guh bide daxwaza gelê xwe, reforman bike û pirsgirêkan çareser bike.
- "Ruhanî wê wek sûcdar bê nîşandan û hemû sûc wê bavêjin stûyê reformîstan"
Semîn anî ziman li Îranê 3,2 milyon kes bê kar e, enflasyon jî di çîleya pêşîn a 2017an de ji sedî 9,6 zêde bûye, ev rewş jî gelê Îranê aciz dike.
Semîn destnîşan kir gelê Îranê ewil baweriya xwe bi Ruhanî dianî ku ewê pirsgirêkan çareser bike, lê piştî mueyîde zêde bûn û pirsgirêk nehatin çareserkirin gel hêviya xwe ji wî birî.
Semîn got rejima Îranê ji bo ku li ser piyan bimîne wê qurbanekê hilbijêre û wiha axivî: "Ev jî wê bibe Ruhanî, yê wî wek sûcdar nîşan bidin û hemû sûcan bavêjin stûyê wî. Wê bibêjin wî bi Rojavayê re li hev kiriye, guh nedaye rewşa welat a hundirîn û wê sûc bavêjin ser Ruhanî û tevgera reformîst. Nîqaşên li ser rejimê divê baş bên fêmkirin, bi ya min rejim wê têk neçe. Di çapemeniya Tengavê de ev wek "serhildan" tê binavkirin, lê bi ya min ev xwepêşandan in. Gel reforman dixwaze, dibêje bila aborî xurt bibe, rêjeya bêkariyê bê kêmkirin, rêvebiriyeke adil pêk bê."
- "Xwepêşandan ber bi siyasîbûnê va guherî"
Pisporê Îranê yê Enstîtuya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê Mustafa Caner jî got xwepêşandan ne xwedî wê potansiyelê ne ku mezin bibin.
Caner got di xwepêşanan de ciwanên temenê wan dora 20î de ne derdikevin pêş û dema mirov li giştiyê gelê Îranê binêre wê bê dîtin ku piştgiriyeke mezin a girseyî pişta xwepêşanan nîne.
Caner diyar kir ku bi taybetî li bajarên mezin ên wekî Tehranê komên piçûk ku ji 100-150 kesî pêk tên tevlî protestoyan dibin ku ev yek jî dide nîşan, protesto wê belav nebin û wê ji bo Îranê nebe xetereyeke mezin.
Caner got ku li çendîn herêmên bajarê Meşhedê, li hin bajarên parêzgeha Xoresanê û li Hemedanê xwepêşandanên ku tê da tundî jî rû dide, dewam dikin û wiha dewam kir, "Heger bûyerên tundiyê mezintir bibin wê demê hêzên ewlekariyê wê bi awayekî zexmtir midaxeleyê bikin ku ev yek jî wê pêşiyê li belavbûna bûyeran bigire."
Herwisa Caner destnîşan kir ku protestoyan pêşiyê bi telebên aboriyê va dest pê kirin, lê vê axiriyê rengekî siyasî wergirtin û wiha axivî:
"(Xwepêşander) Yekser Ruhanî, hikûmet, Xameney, hin nirxên şoreşa îslamî û pergalê dikin hedefa xwe. Heta hinek ji wan gazî monarşiyê dikin. Pesnê şahê dawîn ê Îranê (Mihemed Riza Pehlewî) didin. Li vir tabloyeke tevlihev heye û daxwazeke zelal a siyasî tuneye."
Caner diyar kir ku hikûmetê pêşiyê daxuyaniyên tunttir da, lêbelê paşê Ruhanî di daxuyaniyên xwe da hewl da ku xwepêşanderan fêm bike ku ev yek jî dide nîşan, hikûmet dixwaze siyaseta yektêgihîştin û aramkirinê bêtir derxe pêş.