İbrahim Atmaca
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 19 Tebax 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 168 zêde bû û derket 19 hezar û 972yan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di têlevîzyona dewletê da eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 168 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 385 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 19 hezar û 972yan, jimara pêketiyan jî derket 347 hezar û 835an.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 882yan giran e û heta niha 300 hezar û 881 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 2 milyon û 914 hezar û 49 test hatine kirin.
Lariyê diyar kir ku eyaletên Mazenderan, Tehran, Qûm, Gulistan, Xoresana Bakur, Erdebîl, Îsfehan, Elbûrz, Xoresana Rezewî, Kîrman, Sîmnan, Azerbeycana Rojhilatê, Merkezî, Yezd û Gilan wek "herêmên sor" in û rîska wan zêde ye, 11 eyalet jî weke herêmên birîsk hatine kifşkirin.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.