Elif Orhan
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
KABUL
Hat ragihandin ku jimara kesên ku di êrişa esmanî ya Hêzên Esmanî yê Efxanistanê duh li wilayeta Qunduza ku diveke bakurê welêt kir de hatin kuştin 100 e.
Qaymeqamê Daştî Arçî Nasrudîn Sadî eşkere kir ku balafira Hêzên Esmanî medreseya li navçeyê bombebaran kir û di encama êreşê de gelek sivîl jî di nav de 100 kes hatin kuştin.
Sadî diyar kir ku di êrişê de 50 kes jî birîndar bûn û got ditirsin ku jimara miriyan zêde bibin.
Sadî got ku êriş di dema merasima mezûniyetê ya ku li medreseyê ji bo kesên ku hafiztî xilas kirin hat lidarxistin de hat kirin.
Sadî destnîşan kir ku serokên rêxistina Telîbanê jî beşdarî merasimê bûn û di nav kuştiyan de serokên rêxistinê yên mezin jî hene.
Ji şahidan Hecî Nabî îdia kir ku di êrîşa ku di dema merasima mezûniyetê ya ku 500 kes beşdar bûn de hat kirin de nêzî 50yê sivîl jî hatin kuşrin.
Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kunduzê Enamuddîn Rehmanî di daxuyaniya ku berê dabû de diyar kiribû ku êrîş dema ku serokên rêxistinê li medreseyê civîn kirin hat kirin û di êrîşê de 25 milîtan hatin kuştin.