Elif Orhan
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku "Em bi taybetî destnîşan dikin ku divê her kes guh bide yekîtiya axa Sûriyeyê, desthildariya wê ya neteweyî û tabi kî ev daxwaza gelê Sûriyeyê ye jî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Rûhanî piştî Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin daxuyanî dan.
Rûhanî spasiya Serokomar Erdogan, hikûmeta Tirkiyeyê û gelê Tirk kir û got ku bi mêvanperweriyeke gelekî baş hatin ezimandin.
Rûhanî bal kişand ku herêm di salên dawîn de bi pirsgirêka terorîzmê ya ku pirsgirêkekî gelekî mezin û girîng e re rû bi rû ma û da zanîn ku ev terorîst ji aliyê hin welatan ve tên perwerdekirin, jê re çavkaniyên fînansê tên dîtin û çekên modern tên peydakirin.
Rûhanî got ku "Ev terorîst dikarin ku nefta gelê Sûriyeyê bifroşin, berhemên dîrokî yên gelê Sûriyeyê bibin û li bazaran bifroşin. Hin hêzên mezin ên cîhanî û wek Amerîkayê dixwazin ku rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ û El Nûsrayê li herêma salên dirêj wek navbeynkar biminîn û bên nirxandin."
Rûhanî diyar kir ku gelên mezin ên wek Sûriye û Iraqê bi arîkariya welat û gelên dost vê komploya mezin xira kirin û got ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorîzmê de bi qasî 15 meh beriya niha li Astanayê civînek hat kirin û di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê agirbest çêbû û bi vî awayî li Sûriyeyê li 4 herêman hat pêkanîn ku qeyran kêm bibe.
Rûhanî qal kir ku Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di vir de roleke bingehîn lîstin û bi bîr xist ku di asta wezîr û pisporam de civîn hatin kirin.
Rûhanî bi bîr xist ku civîna ewil par li Soçiya bajarê Rûsyayê hat kirin, pişt re kongreya Diyaloga Neteweyî ya Rûsyayê ya ku mixalif û hikûmeta Sûriyeyê beşdar bû hat kirin û ot ku "Ev jî bi rastî pêvajoyeke wisa bû ku hêviyê dida û divê em vê pêvajoyê bidin dewamkirin."
Rûhanî bal kişand ku di nav pêvajoyê de geşedanên cur bi cur ên ku êş dan û hêvî çêkirin çêbûn û wiha axivî: "Ez îro gelekî kêfxweş im dibînim ku hêviya gelê Sûriyeyê li gor duh bêtir e, hêviya wan a ji bo gihaştina aştiyê gelek zêdetir e. Penaberên Sûriyeyî jî îro li gor berê ji bo ku vegerin malên xwe bêtir hêvîdar in."
Rûhanî ev gotin:
"Ji bo min demên herî şad ên îro ew dem bû ku her sê welêt ji bo ku arîkariya gelê mezlûm ê li Sûriyeyê bikin û birîndaram xilas bikin mutabiq man. Her sê welêt jî li gor berê dixwazin ku van arîkariyan bêtir pêş bixin. Ez dixwazim ku di pratîkê de em wisa tevbigerin ku bêtir arîkariya gelê Sûriyeyê yê mezlûm bi taybetî yên birîndar û hewcehiya wan bi dermankirinê heye bikin."
Rûhanî desrnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Sûriyeyê alternetîfa çareseriya eskerî tune û diyar kir ku ji bo ku şerê li Sûriyeyê biraweste divê hemû bi hev re arîkar bin û rêya çareseriya aştiyane bê şopandin.
Rûhanî diyar kir ji bo ku gelê Sûriyeyê demildest vegere mala xwe divê arîkarê bê kirin.
Rûhanî destnîşan kir ku têkoşîna dijî terorîzmê elzem e û wiha axivî: "Gelê Sûriyeyê dikare ku beşdarî hilbijartinan bibe, reforma destûra bingehîn bixwaze û bi awayekî azad beşdarî hilbijartinan bibe û biryaa dahatûya xwe bi xwe bide."
Serokomarê Îranê Rûhanî got ku "Mafê tu welatê tune ku der barê dahatûya Sûriyeyê de biryarê bide. Dahatûya Sûriyeyê tenê gelê Sûriyeyê eleqedar dike û tenê aidê gelê Sûriyeyê ye."