06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
BEXDA
Di êrîşa Bexdayê ya Iraqê de hejmara kesên ku mirine derkete 250î.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di êrîşa ku li Kerradayê de hejmara miriyan derkete 250î û ya birîndaran jî bû 200.
Rêxistina terorê DAEŞê berpirsyariya êrîşa Kerradayê hildabû li ser xwe û li welêt 3 roj şîna neteweyî hatibû îlankirin.
Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm daxuyandibû ku ji ber êrîşê li welêt cejnê neyê pîrozkirin.