06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê ku dikeve bakurê rojhilata Sûriyeyê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin û 25 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî, êrîşa ku 25 kes tê da hat kuştin, li xaçerê ya Salihiyê ya Hesekê li ber devê firineke hat lidarxistin.
Di êrîşê da gelek kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji aliyekî din va heta nuha tu aliyekî êrîş negirtiye sitûyê xwe.