QAHÎRE/DİMYAT
Alîgirên demokrasiyê şeva borî li dijî Wezîrê Parastinê û Serokê Sererkaniyê Misrê Abdûlfetah Sîsî çalakî lidar xist û daxwaza serbestberdana Mûrsîyê ku bi derbeya eskeriyê ji wezîfê hatibû dûrxistin kirin. Lê di çalakîyên li 11 bajaran de xwîn rijiya. Koma ku wek 'bivirkar' tê binavkirin, êrîş li gel kir û di encamê de 6 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Muxalifên derbeyê 26 roj in li meydana Rabîatu'l Adewiyyê piştevaniya xwe ya ji bo Mûrsî nîşan didin û ber bi qesra El Îttihadiyê dimeşin. Li Misrê bi navê "Ji bo yekîtiya neteweyî erê û ji derbeyê re na" bangawazî tê kirin û bi piştevaniya Partiya Dad û Azadiyê û partiyên Îslami çalakî tên lidarxistin.
Li gor agahiyên ku ji nexweşxaneyan hatin standin, li bajarê Feyyûmê pevçûnên di navbera bivirkar û muxalifên derbeyê de qewimîn, ji van pevçûnan herî kêm 40 kes can da û li derdorê Qahirê 161 kesên birîndar hatin nexweşxaneyan.
18 kes jî li Dimyatê birîndar bûn
Komên ku bi posterê Mûrsi dimeşin, li bajarê Dimyatê, li keviyê çemê Nîlê rastî astengiyan hatin, di encama rageşiyê de pevçûnên biço derketin. Çavkaniyên nexweşxaneyê da zanîn ku 18 kes jî birîndar in.
Êrîşa roketê
Li Nîvgirava Sînayê li cihê kontrola leşkerî, êrîşa roketê hat lidarxistin. Li ser sînorê Xazzê li bajarê Refahê roketeka 3RPG tûşê rawestgeha kontrolê hat.
Meclisa Şûrayê biryarên derbeciyan nas nekir.
Li Misrê piştî derbeya leşkerî Meclisa Şûrayê hatibû betalkirin û li qada Rabiatul Adewiyeyê Şûrayê eşkere kiribû ku biryarên derbeciyan nas nake.
Li Qahîrê alîgirên demokrasiyê bê navber piştevaniya xwe li qadan nîşan didin, Meclisa Şûrayê jî 136 parlamanterên ku ji bo civînê hewce dikin, kom kir û gihişt 140 parlamaterî. Li ser vê Şûrayê pêşniyarên xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Serokomar Mûrsî bila serbest were berdan û peywira wî bi şûnde vegerînin. Di daxuyaniyê de derbeya leşkerî, betalkirina makezagonê, fesihkirine Meclisa Şûrayê, girtina televizyonan û girtina xwepêşanêrên siyasi hate redkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşekerekirin ku Şûra, hukûmeta derbeciyan nas nake û ji parlamentoyên dinyayê jî hat xwestin ku derbeya leşkerî û tiştên ku bi destên wan hatine çêkirin, red bikin. Di navbera biryaran de rolên DYAyê û Îsraîlê hat şermezarkirin û hat xwestin ku balyozên van welatan Misrê biterikînin.