WASHINGTON
Serokê Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Martîn Dempsey ragihand ku artêşa Amerîkayê ji bo Sûriyêyê 5 alternatîf amade kirine û ev alternatîf wiha rêz kirin: " 'Ji bo muxalifan perwerde, şêwirmendî û alîkarî', 'ji dûr ve êrîşkirin', 'Ji bo firînan avakirina herêmên qedexekirî', 'avakirina herêmên tampon' û 'kontrolkirina çekên kîmyewî'."
Dempsey ji Serokê Komîteya Xizmetên Çekdar ya Senatoya Amerîkayê Carl Levîn re nameyek şand û der barê alternatîfên leşkerî yên Sûriyê yên ku bi xwe amade kirine, agahî dan.
Dempsey ragihand di vê rewşê de rola artêşa Amerîkayê ev e ku ji bo cîranên Sûrîyê alîkariya ewlehiyê bike û ji bo muxalifan alîkariya ku ji çekan pêk nayê bîne cih. Dempsey eşkere kir ku ji bilî van dikarin destekê bidin saziyên ku dixwazin alîkariya mirovatiyê bişînîn herêmê.
Martîn Dempsey diyar kir ku ew herêmeke bêaram û pevçûnên çekdarî naxwazin. Dema ku muxalif li dijî Esed derdikevin di heman demê de divê hewl bidin xwe ku muxalefeteke nerm û ji aliyê leşkerî ve xurtkirî jî pêşve bibin.
Dempsey hişyariya çekên kîmyewî jî da û wiha pê de çû: "Divê em encamên çalakiya me ya ku bêniyet derkeve holê jî bînin bîra xwe û em her tim amade bibin. Heke muxalefeteke meqbûl çênebe û saziyên rejîmê xirab bibin, wê demê dibe ku em bi şaşî kesên radîkal xurt bikin û çekên kîmyewî yên ku em dixwazin kontrol bikin, serbest bên bikaranîn."
Dempsey nameya xwe wiha qedand: "Divê em li gor destûrê tevbigerin. Encamên ku derkevin holê û berpirsiyariyan bi şirîkên xwe re parve bikin û bi hev re tevbigerin."