Fatih Gazioğlu
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
XEZE
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ji bo arîkariya derman û melzemeyên tibî bangî rêxistinên navneteweyî kir.
Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo servîsên acîl û bêşên nexweşiyên giran hewcedariya wan bi derman û melzemeyên tibî heye. el-Qudrayê ji bo van îxtiyacan arîkarî xwest û bangî rêxistinên navneteweyî kir.
Qudra got ku di çalakiyên Meşa Vegera Mezin yên ku li ser Xeta Xezeyê hatibûn kirin de gelek kes birîndar bûne û xebatkarên wan şev û roj dixebitin. Di çalakiyên duh li Xezeyê hatin kirin de dîsa jê yek zarok 7 Filistînî hatibûn şehîd kirin.
Filistînî ji ber salvegera 42emîn a Roja Axê ji 30yê adarê vir ve li ser Xeta Xezeyê çalakiyên aştiyane dikin.
Gelê Filistînê dixwaze vegere ser axa xwe ku jê hatibûn sirgûnkirin û dorpêçiya li ser Xezeyê ya ku ji sala 2006an vir ve heye bê rakirin. Eskerên Îsraîlê jî destûrê nade van çalakiyan û bi guleyên rastîn êrîşî wan dike. Filistînî dixwazin van çalakiyên xwe qasî şeş hefteyan bidomînin.
- Roja Axê çi ye?
Îsraîlê di 30ê Adara 1976an da li herêma Celîleyê ku dikeve bakurê welêt, dest da ser bi hezaran donim erdê Filistîniyên welatiyê Îsraîlê. Gelê Filistînê li ser vê ji bo protestokina vê xesbê greva giştî kirin û xwepêşandan li dar xistin.
Polêsên Îsraîlê gule berda Filistîniyên ku beşdarî xwepêşandanan bûn û 6 kes şehîd kirin, gelek kes birîndar kirin.
Ev ro wek "Roja Axê" tê bibîranîn û wek nîşaneya berxwedana Filistîniyan tê dîtin ku di mijara axê da bû sedema pevçûna Îsraîl û Filistînê.